Post by Zinarê Xamo
--
Demeke problemeke kompîtora min çêbûbû. Lawikê me Rojen gelkî li ber da, xwest çareser bike, ji heq dernekt.Ji mecbûrî min berê xwe da Husametîn Sandilcî, min got ancax tu werî gaziya min û vê gelşê çareser bikî. Jixwe her cara di mesela kompîtorê da rastî gelşekê têm, Husametîn tê gazî û hawara min û meselê hel dike. Camêr do bi şev bi riya programa TeamVieverê hat jawara min, belkî seetekê pê da ket, berbîhev anî lê neqediya, got qismê mayî jî ezê sibe êvarî hel bikim.